Demîrtaş: Operasyona Tirkiyê li bakurê Sûriyê tenê di berjewendiya AKP - MHPê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, her operasyoneke nû li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, tenê di berjewendiya desthilata AKP-MHPê de ye û bang li demokrasîxwazan kir, li dijî operasyonê rawestin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ku nêzîkî şeş salane di zîndanê de ye, gotarek ji medya Tirkiyê re nivîsand.

Demîrtaş got, desthilata AKP-MHP li hundir belav bûye û ew dixwazin bi operasyoneke nû li herêmên Kurdan li Sûriyê pêk bîne û dagîrkeriya xwe firehtir bikin.

Demîrtaş da xuyakirin, hemû aliyên navneteweyî li dijî operasyonê ne û bang li aliyên opozîsyona Tirkiyê kir jî bi yekdengî tevbigerin û li dijî şer dengê xwe bilind bikin.

Demîrtaş got, amadekariyên operasyonê dawî bûne û eger heye di demeke kurt de were pêkanîn û da zanîn, desthilata Tirkiyê di vê operasyonê de tiştekî winda nake, lê xelkê hejar û belengaz dê bacên giran bidin. 

Di dema dawî de Tirkiyê destpêkirina opoerasyoneke nû ya leşkerî li Til Rifet û Minbicê dixwe û hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du hermênan kom kirine û bi awayekî berdewam wan deveran topbaran dike.