Reuters: Îran û Amerîka rêkeftina atomî zindî dikin

Gotûbêjên li ser dosyeya atomî ya Îranê nêzîkî bidawîbûnê dibe û welatên Ewropayê reşnivîs amade kirine, da ku li ser vê mijarê biryara dawî bidin.
Alayên Amerîka û Îranê
Alayên Amerîka û Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Gotûbêjên li ser dosyeya atomî ya Îranê nêzîkî bidawîbûnê dibe û welatên Ewropayê reşnivîs amade kirine, da ku li ser vê mijarê biryara dawî bidin.

Ajansa Reuters îro duşemê 8ê Tebaxa 2022yan ji rayedarekî Yekîtiya Ewropayê ragihandiye, gotûbêjên Viyenayê bi dawî bûye û Yekîtiya Ewropayê reşnivîsek amade kiriye, da ku rêkeftina atomî ligel Îranê were vejandin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser vê mijarê ragihand, reşnivîsa Yekîtiya Ewropayê yekane bijarde ye, da ku rêkeftin li ser were kirin.

Duh Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahyan di pêwendiyeke telefonî de ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, daxwaz kir ku Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî kêşeyên xwe yên ligel Îranê bi rêya teknîkê ve çareser bike û xwe ji helwesta siyasî ya neavaker dûr bixe.

Danûstandinên nerasterast ên navbera Îran û Amerîkayê bi navbeykariya 4+1 û Yekîtiya Ewropayê li Viyenayê birêve diçe û aliyên rêkeftinê bi geşbînî behsa îhtîmala lihevkirina Îran û Amerîkayê dikin.

Di serdema Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de, Washinton bi awayekî yekalî ji rêkeftina atomî ya Îranê di sala 2018an de vekişiya û sizayên bi ser Îranê de girantir kir, Joe Biden di sala 2020an de car din ew rêkeftin zindî kir.

Li gor daxuyaniya herî dawî ya Ajansa Navdewletî ya Atomî, niha di destê Îranê de ew maddeya atomî heye ku dikare çekê wêranker dirust bike û dema wê nagihîje du salan.