Hevseroka Şaxa Şirnexê ya HDPê hate desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevseroka Şaxa Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sabuha Akdag hate desteserkirin.
Li gor zanyariyan, Sabuha Akdag dema çûye Asayîşa Şirnexê, da ku îfade bide, hatiye desteserkirin.
Sedema desteserkirina Akdag heta niha nehatiye eşkerekirin û biryar e Hevseroka Şaxa Şirnexê ya HDPyê derkeve pêşberî dozger.
Duh jî li bajarokê Silopiyê sê welatî hatibûn desteserkirin.