Li Diyarbekir û Edeneyê 51 kes hatin desteserkirin

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekir û Edeneyê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKyê de, 51 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji bo ku rê li ber çalakî û karên rêxistinî yên PKKyê were girtin, lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya wê lêpirsînê de fermana desteserkirina 65 kesan hat dayîn.

Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi ser hejmarek malan de girtin û 42 kes desteser kirin. Ji bo desteserkirina 23 bergûmanên din operasyon berdewam e.

Herwiha li bajarê Edeneyê jî bi heman mebestê, hêzên ewlekariyê 9 bergûmanên PKKê desteser kirin.

Ev operasyona li dijî PKKê, berî du rojan ji salvegera destpêkirina şerê çekdariya PKKê hatiye kirin.