Şandeke Çarçoveya Hevahengiyê serdana Herêma Kurdistanê dike

Şandeke Çarçoveya Hevahengiyê serdana Hewlêrê dike û bi Serok Mesûd Barzanî re dicive
Hevdîtineke Serok Barzanî û Hadî Amirî - Arşîv
Hevdîtineke Serok Barzanî û Hadî Amirî - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Çarçoveya Hevahengiyê bi serokatiya Hadî Amirî serdana Herêma Kurdistanê dike. Amirî bi Serok Barzanî re dicive û rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin.

Li gor zanyariyên K24ê, biryar e îro 14ê Tebaxa 2022an şandeke Çarçoveya Hevahengiyê bi serokatiya Hadî Amirî serdana Hewlêrê bike û bi Serok Mesûd Barzanî re bicive.

Li gor zanyariyan, di civîna Serok Barzanî û Hadî Amirî de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhat û guhartinên vê dawiyê yên li Bexdayê bên gotûbêjkirin.

Çarçoveya Hevahengiyê ya aliyên Şîeyên Iraqê, ji Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî, Hêzên Dewleta Niştimanî bi serokatiya Ammar El-Hekîm û Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî pêk tê.

Ji ber nakokiyên aliyên siyasî yên Şîe li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, rewşa siyasî ya Iraqê zêdir aloz bûye. Piştî ku Çarçoveya Hevahengiyê Mihemed Şiya Sûdanî kir kandîdê xwe yê ji bo postê Serokwezîrê Iraqê, alîgirên Tevgera Sedir dest bi xwepêşandanan kirin û derbasî nava Navçeya Kesk a Bexdayê bûn.  

Serdana şanda Çarçoveya Hevahengiyê di demekê de ye, Hadî Amirî duhî 13ê Tebaxê li Bexdayê bi Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî civiya bû û mijara sereke ya civînê jî, rewşa Iraqê, civîna parlamentoyê bû, ji bo hilbijartina Serokomar û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê.