Li Misirê di şewata dêreke Kiptiyan de 41 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Agir bi hundurê dêreke Misrê ket û di encamê de, bi dehan Misiriyên Kiptî şewitîn û birîndar bûn.

Şewatek mezin îro Yekşemê di hundirê dêra Ebû Sefîn a herêma Imbaba li bakurê parêzgeha Cîzayê de derket. Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê ya Misrê, 41 kesan canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Husam Ebdulxefar ragihand, piştî derketina bûyera şewatê, wan zêdetir ji 30 ambulansan şandin cihê şewatê û 55 halet (mirî û birîndar) ji bo nexweşxaneya Imbabayê hatin vguhastin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî daxwaz ji hemû sazî û dezgehên pêwendîdar ên dewletê kir ku bilez hemû tedbîrên pêwîst ji bo rûbirûbûna vê bûyerê û kêmkirina bandorên wê werbigirin û hemû xizmetên bijîşkî ji birîndaran re peyda bikin.