Li Bane 12 kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatin birîndarkirin

Li navçeya Bane ya Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 12 kolberên Kurd ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatin birîndarkirin.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Hewlêr (K24) – Li navçeya Bane ya Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 12 kolberên Kurd ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatin birîndarkirin.

Malpera Dezgeha Mafên Mirovan a Hengaw ragihand, şeva duşemê 15ê Tebaxa 2022yan, di encama teqeyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê de li sînorê Bane, herî kêm 12 kolberên xelkê Bane, Bokan û Seqizê birîndar bûn.

Li gor zanyariyên malpera Dezgeha Mafên Mirovan a Hengaw, 7 kolber xelkê Bane, 3 kolber xelkê Seqiz û 2 kolber xelkê Bokanê ne û heta niha nasnameyên pênc kesan ên bi navên Saman Mihemedzade (29 salî) yê xelkê Bane, Fezil Ehmedî yê xelkê Seqizê, Elî Abkar yê xelkê Bokan, Yûsif Qotasî yê xelkê Bokan û Erselan Rehmanî yê xelkê Seqizê eşkere bûne.

Dezgehê diyar kir ku hêzên çekdar ên Îranê bi mesafeya 6 metre û bi gulleyên saçme teqe li kolberan kirine.

Herwiha eşkere kir, tenê 4 kolber bo nexweşxaneyê hatine veguhestin û kolberên din ji tirsa desteserkirinê, serdana nexweşxaneyê nekirine.