Cîgirê Serokê Partiya Saadetê: Dema zemîna demokrasiyê pêk were pirsa Kurd dê jê sûdê werbigre

Bulent Kaya li ser helwesta Tifaqa Milet a li hember pirsa Kurd ragihand, ew di wê baweriyê de ne ku Tirkiye çiqas demokrat bibe, pêkhateyên Tirkiyê dê sûda xwe ji vê demokrasiyê werbigrin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Saadetê Bulent Kaya li ser helwesta Tifaqa Milet a li hember pirsa Kurd ragihand, ew di wê baweriyê de ne ku Tirkiye çiqas demokrat bibe, pêkhateyên Tirkiyê dê sûda xwe ji vê demokrasiyê werbigrin û eger zemîneke demokrasiyê çêbibe, ew ê destpêkê pirsa Kurd û hemû pirsgirêkên din ên demokrasiyê biaxivin.

Bulent Kaya ji bajarê Stenbolê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser encamên hevdîtinên şeş partiyên opozîsyona Tirkiyê û helwesta maseya şeş alî ya opozîsyonê li hember pirsa Kurd, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Kaya li ser rewşa Tifaqa Milet a di proseya hilbijartinên Tirkiyê de ragihand, piştî refanduma li Tirkiyê, ji bo partiyan pêkanîna tifaqan bû neçarî û ji bo hilbijartina Serokomariya Tirkiyê divê %51 deng bên wergirtin, vê jî wisa kir ku partiyên siyasî hevpeymaniyan ava bikin û ev jî bû sedema pêşbirka tifaqan, ne ku partiyan.

Li ser pirsa "Gelo şansê serkeftina Tifaqa Milet li hember Tifaqa Cumhur çawa ye?" Bulent Kaya diyar kir: “Em dema serdana dengderan dikin û ligel xelkê danûstandinê dikin, em dibînin ku hezkirineke mezin heye li hember Tifaqa Milet û gilî û gazinên gelek zêde hene li dijî desthilatê. Dema em berê xwe didin rapirsiyên bêalî jî, em dibînin kompaniyên cuda cuda dema rapirsiyan dikin, dema berê xwe didin wan lêkolînin, qasî ku em dibînin, desthilatdarî roj bi roj hêza xwe ji dest dide û Tifaqa Milet jî wê hêza ku ji xelkê werdigre roj bi roj zêdetir dibe.”

Bulent Kaya destnîşankirin, armanca Tifaqa Milet guhertina sîstema serokomariyê û avakirina parlamenteriya bihêz e û got: “Tifaqa Milet him dixwaze bi namzedeke hevbeş hilbijartinên serokomariyê jî qezenc bike û him jî dixwaze li parlamentoyê dengên zêde werbigre, da ku sîstemê biguherîne.”

Li ser pirsa "Gelo namzedê serokomariyê ya Tifaqa Milet diyar bûye?", Kaya ragihand, ew beriya diyarkirina namzedê serokomariyê, li ser prensîbên birêvebirina welat gotûbêjan dikin û eger ew li ser çareserkirina pirsgirêkan li hev bikin, ew ê di dema pêvajoya hilbijartinan de namzedê xwe eşkere bikin û niha di rojeva wan de diyarkirina navê namzed tune ye.

Derbarê mafên Kurdan ên li Tirkiyê de Cîgirê Serokê Partiya Saadetê Bulent Kaya ragihand, li gor salên borî li Tirkiyê ji bo demokrasiyê hin gav hatin avêtin û di wan pêngavan de pirsa Kurd û maf û azadiyên bingehîn, sûdê ji wan pêngavan wergirtin, lê di van çend salên borî de piştî pêkanîna Tifaqa Cumhur a AK Partî û MHPê, li Tirkiyê gelek pirsgirêk derketin pêş û pirsa Kurd jî bi pêvajoyeke cuda derket pêş. Kaya eşkere kir: “Em di wê baweriyê de ne ku Tirkiye çiqas demokrat bibe, pêkhateyên Tirkiyê dê sûda xwe ji vê demokrasiyê werbigrin, loma helwesta me ya giştî li hember van pirsgirêkan ew ku zemîneke demokrasiyê hebe, da ku em van pirsgirêkan gengeşe bikin û bikarin danûstandinê bikin. Eger zemîneke demokrasiyê çêbibe, destpêkê pirsa Kurd û hemû pirsgirêkên din ên demokrasiyê biaxivin.”