Qedexeya hatûçûna giştî li Iraqê hat ragihandin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê qedexeya hatûçûna giştî li Iraqê ragihand.

Hewlêr (K24) - Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê qedexeya hatûçûna giştî li Iraqê ragihand.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş îro duşemê 29ê Tebaxa 2022yan qedexeya hatûçûna giştî li Iraqê ragihand, li gor daxuyaniyê qedexeya hatûçûnê ji demjimêr 7:00 ve dest pê dike û heta demeke nediyar dê berdewam bibe.

Îro duşemê 29ê Tebaxa 2022yan Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir destê xwe ji karê siyasî vekişand û piraniya sazî û dezgehên ser bi wê tevgerê ve girtin.

Sedir destnîşan kir, tevî ku wî destê xwe ji karê siyasî vekişandiye, lê Necef her dem wek lêvegereke mezin dimîne.

Her di çarçoveya vê biryarê de, Sedir daxwaz kir hemû sazî û dezgehên ser bi tevgera xwe ji bilî “Mezargeha Pîroz” û “Dezgeha Mîrateyên El-Sedir” werin girtin.

Ev biryara Sedir piştî wê tê, îro Kazim Haîrî ku bi lêvegerê Tevgera Sedir li Iraqê tê zanîn ragihand, ji ber nexweşiyê karîna wî nemaye karê olî bike û daxwaz ji alîgirên xwe kir, pabendî rênimayên Rêberê Îranê Elî Xamineyî bin.

Derbarê biryar Kazim Haîrî de, Muqteda Sedir got: “Ev biryara Haîrî ne ji îradeya wî ye.”

Piştî biryara Sedir ya destvekişandina ji karê siyasî, yekser berdevkê wî “Wezîrê Rêber” hesabên xwe yên li ser torên civakî girtin. Di heman demê de jî medyaya Iraqî ragihand, Komîteya Amadekar a xwepêşandanên Tevgera Sedirê karê xwe rawestand.