Amerîkayê derbarê aloziyên Bexdayê de helwesta xwe ragihand

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê derbarê aloziyên îro yên Bexdayê de nîgeraniya xwe nîşan da û ragihand, nabe asayîş û seqamgîrî û serweriya Iraqê bixin bin metirsiyê.

Hewlêr (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê derbarê aloziyên îro yên Bexdayê de nîgeraniya xwe nîşan da û ragihand, nabe asayîş û seqamgîrî û serweriya Iraqê bixin bin metirsiyê.

Di daxuyaniyekê de Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand, Washington ji aloziyên Iraqê nîgeran e û ji hemû aliyan daxwaz dike ku rewşa welat bi aştiyê bihêlin û rêgirî bikin li her karvedaneke ku bibe sedema berdewambûna tundûtûjiyê.

Balyozxaneyê destnîşan kiriye, niha dema gotûbêjkirinê ye ji bo çareserkirina nakokiyan, ne rûbirûbûna hev.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Mafê nîşandana nerazîbûnê ya aştiyane, bingeha sereke ya demokrasiyê ye, lê belê divê xwepêşander rêz li sazî û avahiyên hikûmeta Iraqê bigrin, ku gelê Iraqê xwediyê wan e û ji bo xizmeta wan in, loma divê bihêlin karên xwe bi awayekî asayî encam bidin.”