Komkara Erebî ji aliyên Iraqî daxwaz dike berjewendiya niştimanî li ber çav bigrin
Hewlêr (K24) – Berdevkê Fermî yê Sekreterê Giştî yê Komkara Welatên Erebî Cemal Rûşdî daxuyaniyek derbarê rewşa îro ya Bexdayê belav kir.
Komkara Welatên Erebî di daxuyaniyê de nîgeraniya xwe derbarê rewşa aloz a siyasî ya Iraqê de nîşan da û ji aliyên siyasî yên Iraqê daxwaz kir, berjewendiya niştimanî li ser hemû tiştan deynin ji bo gihîştina çareseriyeke guncaw bo derbaskirina vê rewşa aloz a niha ku li welatê wan rûdide.
Herwiha Komkara Erebî rewşa niha ya Iraqê weke metirsîdar bi nav kiriye û hişyarî daye li ser berdewambûna aloziyan ku rewşa Iraqê ber bi tundûtûjî û xwînrijandinê ve bibe, loma wek pêwîst dibîne ku hemû aliyên siyasî aram bibin û xwepêşander û civînên cemawerî xwe ji diyardeya hilgirtina çekan û rûbirûbûna çekdarî dûr bixin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Komkara Erebî ji nêzîk ve çavdêriya rewşê û rêkarên hikûmeta Iraqê dike ji bo parastina aştî û asayîşa welatiyan û seqamgîriya welat.