Karîkaturîstê Îtalî wêneyê radestkirina hestiyên ciwanê Kurd xêz kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Karîkaturîstê Îtalî Gianluca Costantini, wêneyê ciwanê Kurd Hakan Arslan ku li Sûra Diyarbekirê hatibû kuştin û piştî 7 salan hestiyên wî di nav torbeyekê de radestî bavê wî hat kirin, li ser dîwarekî Stenbolê xêz kir.
Sala 2015an li navçeya Sûra Diyarbekirê, şer û pevçûn hebûn û qedexe hatibû ragihandin, ciwanê bi navê Hakan Arslan wê demê di nav Sûrê de canê xwe ji dest dabû û malbata Arslan ji rayedaran daxwaza aqûbeta kurê xwe kiribû. Lê ji rayedaran ti bersivekê nehatibû.
Nêzîkî 10 meh berê, dema ku makîneyên kar li nav Sûrên Diyarbekirê kar dikirin, hestiyên mirovan derketin û di encama lêkolînan de diyar bûbû ku ew hestî, hestiyên Hakan Arslan in.
Piştî ku hestiyên Hakan Arslan 9 meh hatin rawestandin, bo dadgeha Diyarbekirê hatine şandin û di torbeyeke emanetê de, bo bavê Hakan, Alî Riza Arslan hat radestkirin.
Karîkaturîstê Îtalî Gianluca Costantini wêneyê bavê Hakan Arslan ku di destê wî de torbeya hestiyên kurê wî heye, li ser dîwarekî Stenbolê xêz kir.
Hakan Arslan and his father
— Gianluca Costantini (@channeldraw) August 30, 2022
on the streets of #Istanbul. pic.twitter.com/6zeUqunIwE