Hêzên Îraqî 13 terorîst li Kerkûkê desteser kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Asayîşa Niştîmanî li Kerkûkê îro Pêncşemê, girtina 13 terorîstan ragihand.
Di daxuyaniya ajansê de hat gotin, “Hêzên Ajansa Ewlekariya Niştimanî karîn li parêzgeha Kerkûkê 9 terorîstên ku plana êrişên terorîstî li ser welatiyan û hêzên ewlehiyê dikirin, desteser bikin.”
Her wiha got: “Hêzek ji ajansê li heman parêzgehê karîn çar terorîstên din jî desteser bikin di armanckirina çend cihên ewlehiyê de beşdar bûn.”
Tekez kir jî, îfadeyên hemû tohmetbaran hatin wergirtin û ji bo dezgehên dadwerî yên pispor hatin veguhastin da ku sizaya xwe ya dadmend ji ber tawanên ku kirine, werbigirin.