Leşkerekî Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin

Wezareta Berevanî ya Tirkiyê îro pêncşemê 1ê Îlona 2022yan kuştina leşkerekî xwe li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ragihand.
Wêne: AA
Wêne: AA

Hewlêr (K24) – Wezareta Berevanî ya Tirkiyê îro pêncşemê 1ê Îlona 2022yan kuştina leşkerekî xwe li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ragihand.

Ji ber teqîna bombeyekê, efserekî Tirkiyê yê bi navê Okan Meteoz birîndar bûye û piştî rakirina wî bo nexweşxaneyê, canê xwe ji dest daye.

Wezareta Berevanî ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê eşkere kir, di 1ê Îlonê de di encama teqîna bombeyeke vedayî de li devera operasyona "Pençe-Kilît", Okan Meteoz birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin, piştre li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Nîsana 2022yan de bi rêya bejahî û esmanî, operasyoneke bi navê "Pençe-Kilît" li dijî PKKê li deverên Zap, Metîna û Avaşînê daye destpêkirin.