Di teqînekê de du dîplomatkarên Rûsyayê canê xwe ji dest dan

Li Kabula paytexta Efxanistanê, di encama teqîneke xwekujiyê de li nêzîkî Balyozxaneya Rûsyayê, du dîplomatkarên Rûsî canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kabula paytexta Efxanistanê, di encama teqîneke xwekujiyê de li nêzîkî Balyozxaneya Rûsyayê, du dîplomatkarên Rûsî canê xwe ji dest dan û çendîn kes jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a Rûsî RT ragihand, dema ku hejmarek kes li pêş deriyê balyozxaneyê rêz bûn, kesekî xwekuj nêzîkî wan bû û xwe teqand.

Berdevkê Polîsê Talîbanê Xalid Zidran jî daxuyaniyek belav kiriye ku ew dibêje "welatiyekî sivîl canê xwe ji dest da û 10 kes ji birîndar bû".

Xalid Zidran li ser Twitterê diyar kiriye: “Xwekuj beriya ku bigihîje pêşiya balyozxaneyê, ji aliyê pasevanan ve hat kuştin û ew teqemeniya ku pê re bû, teqiyaye.”

Heta niha amarên rastîn ên bûyerê ne diyar in, beşek ji medyayan behsa hejmareke zêdetir a qurbaniyan dikin.

Hêzên Talîbanê çavdêriya cihê bûyerê dikin û niha hatûçûna li wê navçeyê qedexe ye.

Rûsya tek ji wan welatan e ku pêwendiyên wê yên nêzîk ligel Talîbanê heye û piştî bidestxistina desthilatê ji aliyê Talîbanê ve, Moskow balyozxaneya xwe ya li Kabulê vekirî hiştiye.