Îran amade ye çavkaniya enerjiyê bo Ewrûpayê dabîn bike

Îranê amadebûna xwe nîşan da ku eger sizayên aborî yên Amerîkayê yên li ser Îranê werin rakirin, çavkaniya enerjiyê ji bo welatên Ewrûpayê dabîn bike.

Hewlêr (K24) – Îranê amadebûna xwe nîşan da ku eger sizayên aborî yên Amerîkayê yên li ser Îranê werin rakirin, çavkaniya enerjiyê ji bo welatên Ewrûpayê dabîn bike, ku ji ber şerê Ukraynayê çaverêya zivistaneke dijwar dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand, dema sizayên aborî yên li ser Îranê werin rakirin, Tehran dikare pêwîstiya Ewrûpayê ya petrol û gazê dabîn bike, ku niha ji ber şerê Ukraynayê rûbirûyî kêşeya sotemeniyê bûne.

Îran yek ji welatên herî mezin ên berhemanîna petrol û gazê ye ku li cîhanê piştî Rûsyayê xwedî duyem yedega herî mezin a gazê ye.

Niha hinardekirina gaza sirûştî ya Îranê tenê bo Iraq û Tirkiyê sînordar e, ji bo zêdetir geşepêdana vê sektorê, pêwîstî bi vejandin û bihêzkirina jêrxan û zêdekirina rêjeya berhemanînê heye.

Welatên Ewrûpayê li ber nîgeraniyeke mezin in, ku ber bi demsala zivistanê ve diçin û metirsiya berdewambûna rawestandina hinardeya gaza sirûştî ji aliyê Rûsyayê ve heye.