2 şervanên HSDê li kampa Holê hatin kuştin

Di navbera şervanên HSDê û endamên şaneyeke DAIŞê de pevçûneke çekdarî rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radgihîne, 2 şervanên wan li kampa Holê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro di daxuyaniyekê de ragihand, roja Pêncşema borî 7 endamên şaneyên DAIŞê ku cilên jinan li xwe kiribûn hewl didan ji kampa Holê birevin, di navbera wan û hêzeke HSD û Asayişê de pevçûneke çekdarî rû da.

Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir jî, di encamê de endamekî DAIŞê hat kuştin û 6 endamên hatin desteserkirin. Her wiha 2 şervanên HSDê jî hatin kuştin.

Ev yek di demekê de ye, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ji roja 25ê Tebaxa 2022an ve bi HSDê qonaxa duyemîn a operasyona “Mirovatî û Ewlekarî” li hundirê kampa Holê daye destpêkirin û heta niha zêdetir ji 100 endamên şaneyên DAIŞê hatine desteserkirin.

Ev operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî wê tê, ji destpêka îsal ve 44 kes li kampa Holê hatine kuştin, di nava wan de 14 jin û 2 zarok hebûn.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û wek metirsîtirîn kampa li cîhanê tê binavkirin.