Serokwezîrê Ermenistanê: Em hêvî dikin pêwendiyên xwe yên ligel Tirkiyê pêş bixin

Nîkol Paşînyan li bajarê Vladivostokê yê Rûsyayê di Foruma Aborî ya Rojhilat de axivî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî di forumê de amade bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li ser proseya normalkirina pêwendiyên Enqere û Yerîvanê daxuyanî da û got: “Em bi alîkariya Rûsyayê, hêvî dikin ku pêwendiyên xwe yên ligel Tirkiyê pêş bixin.”

Nîkol Paşînyan li bajarê Vladivostokê yê Rûsyayê di Foruma Aborî ya Rojhilat de axivî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî di forumê de amade bû.

Paşînyan di axaftina xwe de diyar kir: “Em bi alîkariya Rûsyayê, hêvî dikin ku pêwendiyên xwe yên ligel Tirkiyê pêş bixin.”

Serokwezîrê Ermenistanê bal kişand ser wê yekê ku danûstandinên ligel Tirkiyê dest pê kirine û got: “Li ser vê mijarê, em bi piştevaniya Rûsyayê bawer in, ku hevpeymana stratejîk a Ermenistanê ye û hevbeşa nêzîk a Azerbaycanê ye.”

Di sala 1993yan de Tirkiye û Ermenistanê sînorên xwe li rûyê hev girtibûn û di sala 2021ê de herdu welat ji bo proseya normalkirina pêwendiyan, nûnerên taybet ên welatên xwe diyar kiribûn û nûnerên herdu welatan cara yekem di meha Çileyê de civînek pêk anîbûn.

Hikûmeta Ermenistanê ragihandibû ku ji 1ê Çileyê şûnde, di çarçoveya proseya normalkirina pêwendiyan de dorpêça li ser kelûpelên Tirkiyê radike û piştî meha Sibatê jî geştên esmanî yên rasterast ên di navbera herdu welatan de dest pê kiribûn.