Ji Selahattîn Demîrtaş daxuyaniya li ser Abdullah Ocalan

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser gotina xwe ya "Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê rayedar e" ku di rûniştina doza Kobanî de bi kar anî bû, daxuyaniyek belav kir.
Selahedîn Demirtaş
Selahedîn Demirtaş

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser gotina xwe ya "Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê rayedar e" ku di rûniştina doza Kobanî de bi kar anî bû, daxuyaniyek belav kir û got “Wateyeke ku HDPê bi tevahî tune dihesibîne çêbûye, pêwîstiya sererastkirinê derketiye holê. Siyasetên ku rola girîng a Ocalan a di çareseriyê de înkar dikin an jî paşguh dikin, şansê serkeftinê tune ye.”

Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, derbarê gotinên xwe yên li ser Abdullah Ocalan de daxuyaniyek belav kir.

Demîrtaş di parastina xwe ya rûniştina Doza Kobanî de ragihandibû ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsa Kurd xwedî şiyan e û gotibû: “Divê Komara Tirkiyê li hember demokrasiyê ligel Ocalan hevdîtinan pêk bîne.”

SelahattînDemîrtaş derbarê vê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û got: “Yekane rêya çareserkirina mayînde ya pirsgirêkê bi hemû aliyên xwe ve ew e ku hemû alî li ser bingeheke yasayî beşdarî çareseriyê bibin. Di vî warî de siyasetên ku rola girîng a Ocalan a di çareseriyê de înkar dikin an jî paşguh dikin, şansê serkeftinê tune ye.”

Herwiha Demîrtaş diyar kiriye: “Sernav û pîvanên cuda yên pirsgirêka Kurd hene. Divê çareserî li ser bingeheke destûrî û yasayî pêk were. Bi awayekî xwezayî cihê vê yekê Parlamentoya Tirkiyê ye. Li vir di serî de HDP hemû partiyê siyasî muxatabê çareseriyê ne.”

Selahattîn Demîrtaş gotiye: “Bi vê boneyê, ez naxwazim bersivê bidim ziman û gotinên ku ji sînorên xwe derbas dibin û rexneyên li ser parêzer, şêwirmend û navendên partiya me yên ku bi me re dixebitin û hevgirtina fedaî nîşan didin. Ez bang li her kesî dikim ku bêtir bi baldarî û giringî tevbigerin. Bila ti kes tiştên ku tine neafirîne.”

Herwiha dibêje: “Di vê pêvajoya dijwar û dîrokî de divê dev ji teoriyên komployê berdin û ji xeynê têkoşîna ji dil û can em ê ji hemû bijardeyan re girtî bin û em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”

Demîrtaş eşkere kir: “Dema nivîsên SEGBISê (Sîstema Deng û Dîmen) derketin, em ê bi we re parve bikin. Rojnamegerên ku nûçeyan çêdikin ti niyeteke wan a xerab nîne, berevajîkirin jî. Ji ber ku nûçe kêm, gotinên di nûçeyê de ji naverokê qut in û mîna wateyeke ku HDPê bi tevahî tine dihesibîne çêbûye, pêwîstiya sererastkirinê derketiye holê.”

 

Çi bûbû?

Şêwirmendê Selahattîn Demîrtaş Zinar Karavil li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsîbû, Demîrtaş li dadgehê zêdetirî demjimêrekê parastina xwe kir û da zanîn ku pirsgirêk bi çek û tundûtûjiyê nayên çareserkirin, divê PKK dest ji çekan berde û bi Ocalan re jî guftûgo bêne destpêkirin.

Zinar Karavil ragihandibû ku Demîrtaş diyar kiriye, di doznameya ku derbarê wan de hatiye amadekirin, mijarên derbarê Pirsa Kurd, axaftina Kurdî û meseleyên girêdayî Kurdbûnê hene û gotiye: “Divê herkes ji vê yekê dersekê werbigire. Divê em dawiyê li van êşên ku ev sed sal in em hevdû didin jiyîn, bînin. Ji bo çareseriyê divê hinek kes wêrek bin. Divê ji azadiya xwe fedakariyê bikin. Ligel siyasetmedarên tirsonek û beredayî ev kar nameşe. Ji bo me siyasetmdarên wêrek pêwîst e.”

Selahattîn Demîrtaş destnîşan kiriye ku şiyana Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsa Kurd heye û gotiye: “Divê Komara Tirkiyê li beramber demokrasiyê ligel Ocalan hevdîtinan pêk bîne. Ew siyaseta berdewamiyê ku li ser nijadperestiyê hatiye avakirin ji mêj ve hilweşiyaye. Êdî dema guherînan e.”