Mexdûrên Derbeya 12ê Îlonê: Armanca derbeyê têkbirina doza Kurdistanê bû

Di salvegera derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de li Diyarbekirê civînên çapemeniyê hatin lidarxistin û mexdûrên derbeya leşkerî bal kişandin ser wê yekê ku li Tirkiyeyê di bingeha derbeyên leşkerî de armanc têkbirina doza Kurd e.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di salvegera derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de li Diyarbekirê civînên çapemeniyê hatin lidarxistin û mexdûrên derbeya leşkerî bal kişandin ser wê yekê ku li Tirkiyeyê di bingeha derbeyên leşkerî de armanc têkbirina doza Kurd e.

Di 42. Salvegera Derbeya Leşkerî ya 1980yê  li Tirkiyeyê hatî ragihandin de çalakiyên şermezarkirinê li Diyarbekirê hatin lidarxistin. Komeleya 78an ku ji mexdûrên derbeyê pêk tê li ber deriyê yek ji sembolên derbeyê Girtîgeha Tîpa E ya Diyarbekir de daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û hat amajekirin ku cihê şermezariyê ye hîn jî makzezagona derbeya leşkerî di meriyetê de ye û makezagona yekparêz siyaset û siyasetmedaran birêve dibe. Siyasetmedaran jî amaje kirin ku herî zêde Kurdan ji derbeyê zirar dît.

Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier ragihand: “Heta li Tirkiyeyê pirsa Kurd çareser nebe û demokrasî neyê, dê derbeyên wisa dîsa pêk werin. Ji bo pêşîlêgirtina derbeyan divê pirsa Kurd were çareserkirin.”

Yek ji mexdûrên derbeyê jî Endamê Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê yê wê demê Cano Amedî ye ku pêşî sizayê îdamê lê hatiye birrîn paşê jî 20 salan di girtîgehê de maye û êşkenceyên giran lê hatiye kirin dibêje armanca derbeyê jinavbirina Doza Kurd û Kurdistanê bû.

Cano Amedî ji K24ê re diyar kir: “Gotin em ê doza Kurdistanê binax bikin. Êşkenceyên gelek giran li me hatin kirin. Navê kesên êşkence kirin derket pêş lê ew êşkence ne şexsî bûn, bi kontrola dewletê dihatin kirin. Encama dagirkeriyê bû. Sedema sereke ya derbeyê pirsa Kurd û Kurdistanê bû û geşbûna rêxistinên Kurdan bû.”

Di encama derbeya 12ê îlonê de 171 jê di îşkenceyê de bi tevahî 300 kes mirin, ji bo 7 hezar kesan îdam hate xwestin û sizayê îdamê bo 517 kesan hat birrîn û  48 kes hatin îdamkirin, 650 hezar kes hatin binçavkirin, 230 hezar kes hatin darizandin.

Êşkenceyên di Girtîgeha Diyarbekir de rû dan di cîhanê de deng vedan û Girtîgeha Tîpa E Ya Diyarbekir niha di nava 10 girtîgehên herî xirap ên cîhanê de cih digire.