Senatorê Amerîkî: Divê Tirkiye F-16 li dijî Kurdên Sûriyê bikar neyîne

Chris Van Hollen
Chris Van Hollen

Navenda Nûçeyan (K24) – Senatorekî Amerîkî ji bo firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyeyê mercekê eşkere dike û dibêje, divê ew firoke li dijî Kurdên Sûriyê neyin bikaranîn.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Chris Van Hollen daxuyanî da medyaya Yunanîstanê tê de û du merc ji bo firotina firokeyên F-16 ji bo Tirkiyê aşkere kirin.

Chris Van Hollen got, firotina firokeyan divê bi şertên wekî ew firoke divê li dijî endamekî NATOyê wek Yûnanistanê û Kurdên Sûriyê ku hevpeymanên Amerîkayê ne û di şerê DAIŞê de roleka wan a hestyar hebûye, neyê bikaranîn.

Her wiha wî senator Amerîkî diyar kir ku Kongreya Amerîkayê piştî ku Tirkiye sîstema S-400ên ji Rûsyayê kirî, firotina F-35an ji bo Tirkiyê red kir.

Firotina çekan bo Tirkiyê, piştî ku Enqerê sîstemên berevaniya mûşekî yên Rûsî S-400 bi dest xist, bû sedem ku Amerîka sizayan li ser wê bisepîne û Tirkiyê ji bernameya firokeyên şer ên F-35 dûr bixe.

Serokê Amerîka Joe Biden roja 30’ê Hezîrana borî di konferansa rojnamevaniyê ya li lûkteya NATO’yê hatiye lidarxistin de û piştî ku Enqereyê vetoya xwe ya li dijî endamtiya Fînlanda û Swêdê ya NATOyê rakir, gotibû divê ew firokeyên F-16 bifiroşin Tirkiyê û ji bo vê jî pêwîstî bi erêkirina Kongrresê heye.