Di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de çar kes hatin kuştin

Di xwepêşandanên roja duşemê 19ê Îlonê yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de 4 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn, herwiha zêdetirî 250 kes jî hatin desteserkirin.

Hewlêr (K24) – Di xwepêşandanên roja duşemê 19ê Îlonê yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de 4 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn, herwiha zêdetirî 250 kes jî hatin desteserkirin.

Navenda Amaran a Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihand, roja duşemê, piştî xwepêşandan û nîşanda nerazîbûba xelkê li hember kuştina Jîna Emînî, herî kêm 250 kes li bajarên Sine, Merîwan, Seqiz, Bane, Kamyaran, Bîcar, Qurwe, Şino û Mehabad û Bokanê hatin desteserkirin.

Li gor amaran, herî kêm çar welatiyên Kurd hatin kuştin û zêdetirî 221 kes jî birîndar bûn, ku di nav wan de keçeke 10 salî heta jineke 65 salî jî hene. 12 birîndar ji ber giraniya birînên xwe, rewşa wan a tendirustiyê nebaş e û bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Amarên xwepêşandanan wiha ne:

Li 24 bajaran grev û 13 bajaran xwepêşandan hebûn.

Di xwepêşandanande alozî derketin û di wan aloziyan de çar kesan canê xwe ji dest dan û 221 kes birîndar bûn.

Di nav birîndaran de 154 kes mêr, 43 kes jin û 24 kes ciwan in.

Nêzîkî 250 kes hatin desteserkirin.

Amarên kuştî û birîndaran li gor bajaran:

Dîwandere: Yek kuştî û 33 birîndar (4 ciwan)

Seqiz: Yek kuştî û 37 birîndar (16 jin û 4 ciwan)

Bane: 40 birîndar (10 jin û 6 ciwan)

Mehabad: 23 birîndar (8 jin û 7 ciwan)

Bokan: 17 birîndar (4 jin û 3 ciwan)

Sine: 14 birîndar (6 jin)

Merîwan: 5 birîndar

Bîcar: 9 birîndar

Qurwe: 9 birîndar

Kamyaran: 11 birîndar

Tîkab: 7 birîndar (3 jin)

Jîna Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji ber eşkencedanê ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.