FAO: Berhema genimê Sûriyê ji sedî 75 kêm bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Xwarek û Çandiniyê ya Netewên Yekgirtî (FAO) ragihand, li bermaberî salên beriya krîza 2011an, berhema genim li Sûriyê 75% kêm bûye.

Nûnerê FAO li Sûriyê Mike Robson, got ku berhema genim li Sûriyê di sala 2022an de nêzîkî milyonek ton bûye ku ji sedî 75 ji asta berî krîzê kêm bûye, berhema ceh jî hema hema nemaye.

Ji ber kêmbûna barîna baranê û rewşa aborî, berhema genimê Sûriyê di sala 2022an de bi tenê yek milyon ton e ku beriya 2011an berhema genim salane digihîşt 4 milyon tonan ku têra xwarina xelkê xwe dikir û her wiha hinardeyî welatên cîran jî dikir.

Piraniya berhema genim li Sûriyê, ji sedî 70, girêdayî baranê ye, digel ku pergalên avdanê ji ber rewşa şer, têk diçin.

Robson destnîşan kir, derengketina baranê bû sedem ku cotkar betal bibin û wan nikarîbûn zeviyên xwe di dema xwe de amade bikin, paşê baran di destpêka Adarê de bidawî bû.

Aboriya Sûriyê jî di bin giraniya milmilaneya aloz û piralî de ku ketiye sala xwe ya 12emîn de têk çûye. Her wiha hilweşîna Lîreya Sûrî jî bû sedema zêdebûna nirxê semad û tovên bi kalîte û sotemeniya ku ji bo derxistina avê pêwîst dike.