Fîgen bi berhemên xwe markeya xwe ya xwarekan çêkiriye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Fîgen Beyazaxaç Gul a ku ji beşa mamostetî derçûye, piştî pandemîyê dest bi hilberîn û firotina berhemên xurekî dike. Piştî demeke kurt bi tam û berhemên ku hildiberîne tê nasîn û êdî bi navê wê marqeya xurekên sirûştî heye ku wê marqeyê jî ji bo bazara navxweyî û Ewrûpayê difiroşe.

Mamoste Fîgen a ku ji bajêrê Wanê ye û li Dİyarbekirê dimîne; ji bax û baxçeyan berheman berhev dike û piştî kedeke dûvdirêj, wan ji bo bazarê, bi marqeya xwe amade dike.

Fîgen Beyazaxaç Gul dibêje ku piştî ji beşa mamosteyî derdiçe  nayê erkdar kirin, lê bi hevjînê xwe re, dersxane ve dikin û piştî 8 sal wî karî dikin, ji ber pandemiyê dersxaneyê digirin û gelek jî deyndar dibin. Lê Meraqa fîgenê ya li ser tam û xurekan, niha wê ber bi serkeftinan ve dibe.

Fîgen Beyazaxaç Gul ji K24ê re got: “Dema ku me dest bi vî kara kir, di destpêkê de, me zêdetir ji pêwistiyan ji hal a sewzeyan dikirî. Lê piştre, em li gund û baxçeyan geriyan û em niha berhemên xwe wisa peyda dikin. Em bi xwedîyên bax û baxçeyan re lihev dikin û her tiştên xwe, em bixwe kom dikin. Bi vî rengî em berheman peyda dikin, hilberÎnkar jî mişteriyan. Me bi vî awayî marqeya xwe çê kir û her diçe jî bazara me berfireh dibe.”

Mamoste Fîgen berhemekî ji çanda mezopotamyayê salçeya vîşneyan ango ‘doşava qeresî’ ku êdî hatiye jibîr kirin jî hildiberîne û wek berhemê xwecîh jî daye pesand kirin.

Fatma Batûray û Leyla Guzel jî cîranên Fîgen in û di hilberîna wan berheman de hevkarî dikin.

Fatma Batûray: “Di serdema pandemîyê de, em cîranê hevbûn û ewil wan bixwe destpê kiribû. Piştre min jî alîkarîya wan kir û me heta niha berdewam kir. Tiştên xweş û bi qeîte çê dike. Dixwaze ku tiştên xweş hilberîne da ku mişterî jî jê razîbin û hem ew hem jî kesên derdor jê sûdê bibînin.”

Leyla Guzel: “Îsal du sal e ku min mamoste Fîgen nas kirî ye. Em tên rîçal çê dikin, tirşî çê dikin, meqerne, erîşte, tarhana û hwd. çê dikin. Berhemên pir paqij, baş û bi qalîte ne.”

Fîgen piştî ku ji beşa mamosteyî derdiçe nayê erkdar kirin. Lê ew bixwe saziya derxaneyê ve dikin û ew derxane jî di 2020’an de ji ber pandemîyê tê girtin. Niha Fîgen ji berhemên xwezayî bi sedan berhemên xurekan çê dike û hem ji hewildorîya xwe hem jî ji bo bazara cîhanê difiroşe.