Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd kuştina Jîna Emînî şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Xebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd kuştina keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî şermezar kir û ragihand, “Ev serhildan di heman demê de pêngaveke rizgariya neteweyî ye. Weke Xebatên Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd em piştgiriyê didin vê serhildanê.”

Koma Xebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd îro 22ê Îlona 2022an derbarê kuştina Jîna Emînî de li Diyarbekirê daxuyaniyeke hevbeş da:

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Jina Kurd Mahsa Emînî  ya ku pişti  li tehranê hat biçavkirin; ji aliyê “polîsên exlaqê” ve bi îşkenceyê hat qetilkirin, weke Xebatên Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd, em vê yekê bi tundî şermezar dikin.Em rejîma Îranê ya ku li dijî protestoyên qetilkirina Emînî ya ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û metropolên Îranê belav bûye, bi polîtîkaya “dewleta polîsî ya exlaqê” êrîşî berxwedana demokratîk kir, şermezar dikin û em ji êrîşa li ser vîna jinê re dibêjin “Na”.

Em berxwedana gelê Kurd û gelên Fars, Azerî, Belûçî yê Îranî yên ku bi bertekên li dijî qetilkirina Emînî dest pê kir û bi pêşengiya jinan veguherî serhildaneke mezin, silav dikin.

Em kesên ku di encama êrîşa rejîma polîsên “Ehlaqê” ya li ser xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane bi rehmet bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin, ji birîndarên ku hejmara wan ji 200’î zêdetir e û zarok û jin jî di nav de ne, şifayê dixwazin. Divê girtiyên ku di çalakiyan de hatin binçavkirin demildest bên berdan.

Em bang li hemû rejîmên serdest ên mêr ku bi kîn û hêrs êrîşî jinan dikin, bi taybet banga me ji rejîma Îranê re ye ku destê xwe ji vîna jinê vekişîne. Bêexlaqiya xwe wek “exlaq” li ser jin û civakê ferz nekin. Vekirin an girtina serî biryara jinê ya bi îradeya azad e. Çi vedigire yan jî vedike ev biryara jinê ye, em bang li her kesî dikin ku rêzê li vê îradeyê bigirin. Mafê ti hêz û îktîdarê nîne ku destwerdana vê îradeyê bike.

Em bang li jin û gelan dikin ku li dijî zihniyeta serdest a ku li Cihanê, bi taybetî li Îran û navenda şer, Rojhilata Navîn û Kurdistanê,  îradeya jin û gelan nas nake û li dijî polîtîkayên wan ên faşîst, zayendperest, mîlîtarîst têkoşîneke birêxistinbûyî ava bikin.

Îro çav û guhê gelê me yê çar parçeyên Kurdistanê û yên dîasporayê li berxwedana Rojhilatê Kurdistanê, dilê wan bi gelê me yê Rojhilat re ye. Ligel êrîşên giran ên rejîma "polîsên exlaqê" jî têkoşîna azadiyê ya jinan coş û kelecaneke mezin diafirîne. Ev berxwedana ku li dijî polîtîkayên desthilatdariya mêr ên ku vîna jinê nas nake pêk tê, di heman demê de bandoreke giring li têkoşîna azadiya neteweyî jî dike. Ev serhildan di heman demê de pêngaveke rizgariya neteweyî ye ku jin li dijî rejîma nijadperest a Îranê bi awayekî aktîf cih digirin. Weke Xebatên Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd em piştgiriyê didin vê serhildanê û bang li hemû hêzên neteweyî yên demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin vê serhildanê. Bêdengiya li hemberî van êrîşan dê  bibe sedema kuştina zedetir jin û şervanên azadiya netewî û dê rejîma Îranê teşwiq bike ku êrişên xwe bidomîne.

Çalakiyên ku bi qetilkirina Mahsa Emînî dest pê kir di demek kurt de li gelek bajarên Îranê yên wek Tehran, Kereç, Tebrîz, Reşt û Îsfehanê belav bûn û berxwedan didome. Berxwedana gelên Îranê ya ku li dijî polîtîkayên dijminatiya jin, gelê Kurd û demokrasiyê pêk tê girîng e. Ev berxwedana hevpar dê hem ji bo pêşxistina demokrasiyê ya li Tehranê hem jî ji bo nefesdayîna gelê Kurdistanê bibe xwedî encam. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna hevpar a li ser armanca azadiya Kurdistanê û demokrasiya Îranê pêk tê, dê  di her du qadan de rê li ber destkeftiyên mayînde veke. Werin em piştgiriyê bidin tekoşîna hevpar a dînamîkên azadî û demokrasiyê yên netewî û em ji rejîma “polîsê exlaqê” ya Îranê re bibêjin “raweste”.

Em bang li saziyên navneteweyî û bi taybet Neteweyên Yekbuyî û Yekitiya Ewropa dikin ku ji ber zagon û siyasetên wê yên nijadperest, zayendperest, “exlaqgirî” ku dijminatiya jinan û gelan dike, li dijî rejîma Îranê  sepandina cezayan pêk bîne û em bang li gelên cîhanê dikin ku li dijî zextên rejîma Îranê yên li ser jin, gelê Kurd û gelan helwestê nîşan bidin.

22.09.2022

Xebatên Tifaqa Kurdistanî

Platforma Jinên Kurd