Hayatî Yazici: Me dest ji çareseriyê bernedaye me rêbaza wê guhertiye

Ak Partiyê li gel parlamenter, Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî û rêveberên şaxa Diyarbekir bernameyek bi navê hevdîtinên bajaran li dar xist.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Ak Partiyê li gel parlamenter, Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî û rêveberên şaxa Diyarbekir bernameyek bi navê hevdîtinên bajaran li dar xist. Rayedarên Ak Partiyê gotin hilbijartina pêşwext ne di rojevê de ye û wê hilbijartina dema xwe de bê kirin.

Partiya Dad û Geşepêdanê Ak Partiyê bi şandeyeke berfireh serdana Diyarbekir kir. Di serdana Diyarbekir de parlementer li navçeyan belav bûn û li xelkê guhdarî kirin. Parlementer û Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî yên Ak Partiyê li gel nûnerên saziyên sivîl jî hevdîtin pêk anîn û ji bo çareseriya pirsgirêkan guhdarî pêşniyaran kirin. Rayedarên Ak Partiyê bal kişandin ku divê partî bi projeyên xwe bikevin rikeberiyê û divê nirxên hevpar nebin mijara rikeberiyê.

Cîgirê Serokê Giştî yê Ak Partiyê Hayatî Yazici diyar kir: “Divê partiyên siyasî bi projeyên xwe bikevin nava rikeberiyê. Divê di rikeberiyê de nirxên civakî neyên bikaranîn. Fatîh Siltan Mehmed çiqas nirxê me be Silheddîn Eyyubî jî ewqas nirxê me ye, nivîskarê Mem û Zînê jî nirxê me ye. Dibêjin Ak Partiyê dest ji çareseriyê berdaye. Na me dest jê bernedaye, me rêbaza çareseriyê guhert. Rêxistinê dawî li proseyê anî. Bi handana hêzên din gotin Ak Partî qels bûye û dawî li pêvajoyê anîn”

Rayedarên Ak Partiyê di hevdîtinên xwe yên Diyarbekir de bal kişandin ku bernameya bi navê hevdîtinên bajaran ji damezrandina Ak Partiyê ve heye û bila ti kes wateyên cuda ji van hevdîtinan dernexin.

Endamê Lijneta Rêveberuta Navendî yê Ak Partiyê Alattin Parlak got: “Hinek alî van hevdîtinên me wek amadekariya hilbijartina pêşwext şîrove dikin. Tiştek wisa nîne. Wê hilbijartin di hezîrana 2023yê de çêbe. Em li nav xelkê digerin û guhdarî pirsgirêkên wan dikin. Niha jî herî zêde di warê aboriyê de em pirsgirêkan dibihîsin. Emê hewl bidin van pirsgirêkan çareser bikin. Bila were zanîn jî warê pirsa kurd de gavên herî mezin ji aliyê Ak Partî ve hatine avêtin.”

Her çiqas di serdanên xwe yên Diyarbekir de rayedaran amaje kirin ku serdana Diyarbekirê ne xebata hilbijartina 2023yê ye jî şîrovekarên siyasî dibêjin Ak Partî dê bi van serdanan nexşerêya xwe ya bangeşiyên hilbijartinê diyar bike.