Li Stenbolê konferansa "Sala 8emîn a Şerê Yemenê"

Endamên hikûmeta meşrû yê Yemenê ku ji Sunneyan pêk tê li bajarê Stenbolê beşdarî konferanseke ku ji aliyê Navenda Dîplomasî û Pêywendiyên Navdewletî (MID) ve bi sernavê "Di 8emîn sala xwe de şerê li Yemenê" hate sazkirin bûn.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Bi navbeykariya NY li Yemenê di 2yê Nîsanê de di navbera Sunne û Şîeyan de agirbest hate ragihandin. Di 2yê Cotmehê de ev agirbest xelas dibe. Xûsiyên Şia gefan dixwin ji bo destpêkirina şer û hikûmeta Sunne ku di heman demê de NY wê wek muxatab dibîne ji Tirkiyê û cîhanê alîkariyê dixwaze da ku şerê li Yemenê bi dawî bibe.

Yemen, yek ji welatê herî xizan yê cîhanê ye ku bi salan e ji ber şerê naxweyî asta rewşa mirovî gihîştiye qonaxa herî metirsîdar. Endamên hikûmeta meşrû yê Yemenê ku ji Sunneyan pêk tê li bajarê Stenbolê beşdarî konferanseke ku ji aliyê Navenda Dîplomasî û Pêywendiyên Navdewletî (MID) ve bi sernavê "Di 8emîn sala xwe de şerê li Yemenê" hate sazkirin bûn.

Wezîrên berê û parlamenterên niha yên hikûmeta Yemenê ji Kurdistan 24ê re axivîn û diyar kirin, wek li Lîbya û Azerbeycanê ew ji Tirkiyê piştgiriyê dixwazin da ku navbeykariyê bike û dawî li şerê navxweyî yê Yemenê bîne.

Wezîrê Dewletê Berê yê Yemenê û parlamenter Dr. Yasîr el Raînî ji K24ê re ragihand: "Xusî li Yemenê bi rêya çekan dixwazin bîrdoza xwe bikin serdest. Di sala 2014an de hikûmeteke yekgirtî hate avakirin. Erebîstana Siûdî, û dewletên Xelîcê bûn garantor. Lê di wê serdema ku hevdîtinan berdewam dikir li ser destûra nû, Xusiyan paytexta Yemenê Sana dagir kir û hîç şert û mercên peymanê cîbicî nekirin û bi rêya çekan gelek deverên din jî dagir kirin. Em ji Tirkiyê dixwazin navbeykariyeke siyasî bike û roleke çareserkar bigire ser milê xwe. Ji bo vê yekê hatin Tirkiyê"      

Heta niha li Yemenê ji sala 2011an ve ji ber şerê navxweyî yê di nava Xusî û Sunneyan de 377 hezar kes bûne qûrbanî. Xusiyên Şîe ku Îran piştgiriya wan dike gefan dixwin û dibêjin; eger mûçeyên karmendan neyêne dayîn ew ê agirbesta ku bi navbeykariya Neteweyên Yekgirtî hatiye girêdan ya heta 2yê Kewçerê betal bikin û careke din dest bi şer bikin.

Wezîrên berê yên Yemenê jî diyar dikin, baweriya Xusiyan ne bî muzakereyan ne jî bi aştîyê nayê û ji şer pêştir jî hîç vebijêrkekê nadin pêşiya wan.

Wezîrê Tenduristiyê berê yê Yemenê û parlamenter Necîp Ganim ji K24ê re ragihand: "Îran dixwaze aliyê were desthilatê di bin kontrola wê de be. Hêzên herêmê dixwazin Yemen parçe bibe. Rojên gelek tund û dijwar li benda Yemenê ne. Bihêzbûna Xûsiyan ya ji aliyê leşkerî û aborî ve ji bo welatên herêmê jî xetereyek e. Ev kêşeya li Yemenê yanî şerê navxweyî hemû Rohilata Navîn û Efrîqayê eleqedar dike. Em dixwazin paytexta Yemenê Sana ku di bin kontrola Xusiyan de ye niha, ji bo hikûmeta meşrû bê radestkirin."

Endamên hikûmeta meşrû Suneyên ku ji aliyê Erebîstana Siûdî û hêzên hevpeyman ve têne piştevanîkirin ku di heman demê de NY jî wan wekî muxatab dibîne dibêjin, Îran û hin hêzên din ku pê re hevkar in dixwazin li vê derê pergaleke mêtîngeriyê damezrînin û xaka Yemenê bikin 3 parçe. Lê gelê Yemenê doza demokrasî û azadiyê dike û wê rê nede parçebûna yekbûna xaka Yemenê. Ew bangê li cîhanê dikin da çavê xwe li trajediya mirovî ya Yemenê negirin û ji bo dawîlêanîna şerê li Yemenê mil bidin wan.