Gotinên Fermandarê Cendirmeyên Afyonê rastî bertekan hat

Fermandarê Cendirmeyên Bajarê Afyonê Yilmaz Kirgel beriya lîstika futbolê ku biryar e îşev di navbera Amedspor û Afyonspor were lîstin, bi zimanekî tund li dijî Amedsporê axivî û gotinên wî, rastî bertekan hat.

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Cendirmeyên Bajarê Afyonê Yilmaz Kirgel beriya lîstika futbolê ku biryar e îşev di navbera Amedspor û Afyonspor were lîstin, bi zimanekî tund li dijî Amedsporê axivî û gotinên wî, rastî bertekan hat.

Fermandarê Cendirmeyên bajarê Afyonê Yilmaz Kirgel duh bi rêvebir, lîstikvan û komîteya teknîkî ya Afyonsporê re hat cem hev û piştre daxuyanî da.

Yilmaz Kirgel behsa êrîşa PKKê ya li Mêrsînê kir û got ku divê Afyonspor tekez bi ser bikeve û got: “Dilê me bi were ye, karê we lîstina futbolê ye. Bi rastî hûn wê gelek baş dikin, ya dimîne jî ji me re bihêlin.”

Kirgel herwiha got: “Pêwîstiya Afyonê bi serkeftinê heye. Bi taybetî piştî êrîşa terorîstî ya Mêrsînê, ew tiştê ku di dilê min re derbas dibe dixwazim bibêjim, hûn bi encama 5-0 wan bipelixînin û em ê bi wî awayî wan ji vir bişînin. Weke min got, ya dimîne jî ji me re bihêlin.”

Gotinên Fermandarê Cendirmeyên Afyonê li ser medyaya civakî bû sedema bertekan û hat diyarkirin ku piştî bertekan, ew vîdeo hatiye jêbirin.