Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî tekeziyê li çareserkirina pirsgirêkan dikin

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Cotmeha 2022an pêşwazî li Serokwezîrê Iraqa Federal Mistefa Kazimî kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin kirin û tekezî li pêwîstiya berdewambûna guftûgoyan bi armanca derbaskirina astengiyan hate kirin.

Her wiha hejmarek babetên taybet bi jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin û her du alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku pêwîst e berjewendiya welatiyan bi hemû pêkhateyan û mafên wan ên destûrî li seranserî welat bi Herêma Kurdistanê ve, di karên pêşîne de be.

Di civînê de, tekezî li pêwîstiya berdewambûna civînên hevbeş, serederîkirina bi awayekî cidî ligel hemû dosyeyan û peydakirina şert û mercên baş ji bo guftûgoyên avaker ku bibin sedema çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûrê de hate kirin.