Platforma Ked û Demokrasiyê êrişên li hemberî tenduristkaran şermezar dike

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê, Platforma Kek û Demokrasiyê bertek nîşanî êrişên li ser xebatkarên tenduristiyê û xwarinên xirab da.

Li Diyarbekirê bi beşdariya partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl bi navê Platforma Ked û Demokrasiyê, li ber deriyê Nexweşxaneya Nexweşiyên Jin û Zarokan bi çalakiyekê êrişa li ser xebatkarên tenduristiyê û xwarinên xirab hat protestokirin.

Di daxuyaniya hevpar de hat gotin ku; ji aliyê xebatkarên kompaniya taybet ya xwarinê ve êrişa çekdarî li hemberî hevkarên wan hatine kirin û daxwaza sizakirina êrişkarin anîn zimên.  Xebatkarên tenduristiyê dibêjin ku; xwarinên biqalîte mafên wan e jî û divê ev pirsgirêk bê çareserkirin.

Roja 3.10.2022an de li rêveberê sendikaya SES’ê Mehmet Nur Ulus li xwaringeha nexweşxaneyê rastî êrişa çekdarî hat. Di bûyerê de ti kes nebûn qurbanî.  Êrişkar hat desteserkirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.