Xwepêşandanên li Îranê berdewam in, kesek jî li Sine hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwepêşandan li piraniya bajarên mezin û zanîngehên navdar ên Îranê berdewam in. Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên çekdar teqe li welariyekî ku di nava otomobîla xwe de bû kir û hat kuşti, piştî wê bûyerê jî xelkê daketin ser kolanan.

Vîdyoyek ku li ser torên civakî hat weşandin nîşan dide ku gelek kes li dora otomobîlekê kom bûne. Li gorî şahidan jî, kesekî di otomobîla xwe bi guleya hêzên ewlehiyê hate kuştin.

Piştî wê bûyerê xelk daket kolanan, li gelek cihan lastîk şewitandin û li dijî rayedaran dirûşm avêtin.

Îro Şemiyê 8ê Cotmehê xelkê bajarê Sine, Seqiz û Bokanê bazar û dikanên xwe girtin û li çend bajarên din ên weke Tehran, Meşhed, Esfehan, Kerec û Qezwînê jî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Her wiha li zanîngehên Zehra, Tehran, Amîr Kabîr û Azadî jî mîtîngên berfireh hatin lidarxistin û xwendekarên zanîngehên Zencan, Meşhed, Şîraz, Qezwîn, Damxan û Kirmaşanê jî xwe pêşan dan.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro bi boneya yekemîn roja xwendina zanîngehê, serdana zanîngeha Zehra ya Tehranê kir, lê rastî nerazîbûn û xwepêşandanên hinek xwendekaran hat. Xwepêşanderan li dijî Îbrahîm Reîsî silogan avêtin.

Xwepêşandanên li Îranê derbasî hefteya xwe ya çaremîn bûne, li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê jî, di sê hefteyên borî de herî kêm 185 kes hatine kuştin.