Êrîş li baregeha artêşa Tirkiyê ya li Mûsilê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlehiyê ragihand, bi 4 mûşekan êrîş li baregeha leşkerî ya Zêlkanê ya hêzên Tirkiyê li Mûsilê hate kirin.

Jêderekî ji K24ê re, bi mûşekan êrîş li Leşkergeha Zêlkanê ya li Başîka ya leşkerên Tirkiyê lê bicih bûne, hate kirin.

Ji aliyekî din ve, jêderekî ji nav Pêşmerge ji K24ê re ragihand, ew mûşek ji devera Şelalat hatine avêtin û li nêzîkî gundê El-Feziliye ketine, bêyî ku ziyanên canî hebe.

Grûpeke bi navê “Berxwedana Îslamî Ehrar El-Iraq” berpirsyariya  xwe di ber êrîşa mûşekî de ragiahnd û got ku ew weke bersivekê ji destêwerdana Tirkiyê di nava karûbarên Iraqê de hatiye.

Leşkergeha Zêlkanê li nahiya Başîk ya li parêzgeha Neynewayê ye, piştî hatina teroristên DAIŞê nava Iraqê di sala 2014an de, artêşa Tirkiyê wê demê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê derbasî wê deverê bû û lê wê leşkergehê bi cih bû. Ji wê demê de jî, ev leşkergeh çend caran rastî êrîşan hatiye.