Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Almanya hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Almanyayê yê Iraqê Martin Jaeger proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja Duşemê 10.10.2022ê li bajarê Hewlêrê, di civînekê da Balyozê Almanyayê yê Iraqê Martin Jaeger û şandeya pê ra behsa pêşhatên dawî yên siyasî û salek li ser derbasbûna hilbijartinên Iraqê ve ku di 10ê Cotmeha sala 2021ê da hatibûn encam dan û xebatên ji bona serastkirina prosesa siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bona piştgirî û alîkariyên Almanyayê pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê kirine yên di şerê dijî terorîstan de û dirêjkirina erkê hêzên Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê de spasiya Almanyayê kir.

Her wisa pîrozbahiya destbikarbûna birêz Klaus Streicher weke Konsolê Giştî yê nû yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê ra xwest.

Di civînê da, her du aliyan, tekez li ser girîngiya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê û girîngiya berdewamiya piştevaniya civaka navdewletî û welatên dost ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeteke nû ya Iraqê ku hikûmeteka xizmetguzarî be û bersiva daxwazên welatiyên Iraqê bide. Her wisa rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêngavên bên gotûbêj kirin.

Têkiliyên Hewlêr-Bexda û têkiliyê Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û pêşhatên dawî yên li navçeyê, çend mijarên din yên civînê bûn.