Demirtaş: Divê PKK û hikûmeta Tirkiyê jî kêmasiyên xwe bibînin

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş dixwaze PKK li ser şerê ligel Tirkiyeyê kêmasiyên xwe bibîne û rexne li xwe bigre.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş dixwaze PKK li ser şerê ligel Tirkiyeyê kêmasiyên xwe bibîne û rexne li xwe bigre.

Selahattîn Demîrtaş ji girtîgeha ku lê dimîne, bersiva pirsên 29 rojnamegeran da û li ser pirsekê di derheqê serdema 7ê Hezîranê û 1ê Çiriya Paşîn de got, divê ew pêvajo bi hemû hûrgiliyên xwe ve were lêkolînkirin.

Demîrtaş li ser kêmasiyekê xwe jî lixwe mikûr tê û paşê tîrên rexneyên xwe dibe ser PKKê û hikûmeta Tirkiyê. Hevserokê berê yê HDPyê dibêje, di wê serdemê de wan dikaribû bi siyaseteke aştîxwaztir şer asteng bikirana. Lê neheqî û şaş e ku ji ber bûyeran tenê ew were tohmetbarkirin. Divê PKK û hikûmeta Tirkiyê jî kêmasiyên xwe bibînin û rexne li xwe bigrin.

Serdema 7ê Hezîranê û 1ê Çiriya Paşîn ya sala 2015ê ku Demîrtaş dixwaze were lêkolînkirin, yek ji şêlûtirîn qonaxên dîroka siyaseta Tirkiyeyê ye ku şikestina Pêvajoya Çareseriyê û dubarebûna hilbijartineka krîtîk li xwe digre.

Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê, HDPê 80 kursî qezenc kiribû, AK Partiyê jî desthilata xwe ya 13 salan ji dest dabû. Heke HDP û AK Partiyê lihev bikirina dikarîbûn hikûmetê jî bi hev re pêk bînin, lê ne ew, ne jî aliyên din ên siyasî li hev nekirin û bo dema 1ê Çiriya Paşînê biryara hilbijartineka pêşwext hate dayîn.

Tam di wê demê de Pêvajoya Çarseriyê jî şikest û şerekî dijwar di navbera hikûmeta Tirkiye û PKKê de dest pê kir.

Ev şer bandora xwe li ser dengderan jî kir û HDPê dengên xwe bi dijwarî kêm kirin û AK Partiyê desthilata xwe vegerand.

Êdî pêvojeye nû destpê kir. AK Partî û MHP nêzîkî hev bûn, piştre parlamenter û şaredarên HDPê hatin zindanîkirin û şerê PKKê ji Efrînê heta Zapê belav bû ku ev heft sal in berdewam e.