Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê her cure xwepêşandan û çalakî hatin qedexekirin.

Parêzgariyê Colemêrgê di daxuyaniyek de belav kir, ji bo rêgirtina li binpêkirina maf û zadiyan, parastina aramî û tendirustiya giştî û nehîştina her cure alozî û bûyerên civakî, her cûre çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe ji nîvê şeva 16ê Cotmehê û heta 30ê Cotmehê berdewam dibe.

Qedexeya li Colemêrgê ji sala 2016an ve piştî hewla derbeya 15ê Tîrmehê hatiye ragihandin û her 15 rojan carekê tê dirêjkirin.