Li devera Biradost welatiyek di bombebarana Tirkiyê de birîndar bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê da zanîn, firokeyên bê firokvan ên Tirkiyê devera Biradost a Herêma Kurdistanê bombebaran dikin.

Di wê derbarê de Rêveberê Nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, di encama bombebarana firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê li ser devera Biradost de, jinek li zozanên Lolan birîndar bûye.

Da zanîn jî, “ew jina birîndar bûye, jina birîndar bi navê Şarmîn Esed e, ew 30 salî ye û xelkê navenda nahiya Sîdekanê ye û ji bo serdana merivên xwe li wê deverê bû. Ew niha jî ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û çareseriyên bijîşkî werdigire.”

Nahiya Sîdekanê ser bi Îdareya Serbixwe ya Soranê li parêzgeha Hewlêrê ye û hevsînorê Îran û Tirkiyê ye. Bi bihaneya hebûna baregehên PKKê li wê navçeyê, gelek car in gund û zozanên wê ji tên topbaran û bombebarankirin û ziyanên canî û madî rû didin.