Nêçîrvan Barzanî: Çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexda, kilîta aramiya Iraqê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî radigihîne, hêvîdar im hikûmeta Iraqê di zûtirîn dem de were pêkanîn û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê, kilîta ewlehî û aramiya Iraqê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya beşdariya di merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Duhokê de ragihand, “Dubare pîrozbahiya li Serokwezîrê Iraqê dikim û hêvîdar im hikûmeta nû di zûtirîn dem de, were pêkanîn.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Pêwîst e aliyên Iraqî pendan ji şaşiyên berê wergirin, divê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li ser bingeha destûrê werin çareserkirin, ji ber ku ev kilîta ewlehî û aramiya Iraqê ye”.

Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de ji derçûyên Zanîngeha Duhokê re got, divê ew zanyarî û pisporiya ku we di dema xwendina xwe de bi dest xistine ji bo avakirina welatê xwe bikar bînin.

Got jî: “Bi berdewamî hewl ji bo pêşxistina xwe bidin, karê xwebexşî jî ​​​​bi rêxistinan re bibin, ji bo ezmûna zêdetir werbigirin, ji ber ku hejmara derçûyan û pêwîstiya bazara kar, ne hevseng e.”

Diyar kir jî: “Divê ew ezmûna we, lêborîn û pêkvejiyanê kûrtir bike, bi taybetî li parêzgeha Duhokê.”

Destnîşan jî kir, nabe xwendekar ji piştî temamkirina zanîngehê bîr li wê bike ku êdî fêrbûn bi dawî hat, ji ber ku her dem fêrbûn û hînbûn bi dawî nabe.”