Pispor: HTŞ rê li ber operasyoneke Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê vedike

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyê ku ev 11 sal in çaresereiyek mayînde peyde nabûye naha jî ji ber şer û pevçûnên di navbera rêxistinên tunrew dîsa aloz bûye. Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ berê xwe da Efrînê û rêxistinên Tirkiye piştevaniya wan dike ji Efrînê derxistine. Pisporên Tirkiyê ku rewşê dişopînin dibêjin herçiqas ev rêxistin bixwazin bandora xwe zêde bikin jî di paşperdeyan de gellek armancên din hene Yek ji wan armanca rêvekirina bo operasyona Tirkiyê ye li ser Rojava.

Li Suriyê Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ ji roja 12ê Cotmeha 2022an ve ji bo piştevaniya derbasî herêma Efrînê bû û grûpa Feyleqa Sêyem ku li gel Tirkiyê xwedî pêwendiyên baş e neçar kir ku ber bi Ezazê ve vekişe. Heyet Tehrîr El-Şam jî navçeya Cindirêsê, bajarê Efrînê, navçeya Şera û gundên wan kontor kirin û niha berê xwe daye Ezeza di bin kontrola Tirkiye û Artêşa Suriya Azad de ye. Gelo sedem çi bû ku HTŞ ya bandoreke mezin li Idlibê heye ji nişka ve berê xwe da Efrîn û deverên din?

Li gorî beşek pisporên Tirkiyê, HTŞ aloziya di navbera hêzên Tirkiye pştevaniya wan dike wek fersendekê bi kar tîne da ku bandora xwe zêde bike. Lê di paşperdeyan de mijarên din hene.

Pisporê Pêwendiyên Rojhilata Navîn Hakan Gûneş ji K24ê re got: “HTŞ ji ber aloziyên navbera hêzên ku Tirkiye piştevaniya wan dike dixwaze bandora xwe zêde bike. Lê ev hewl dê li qadê pêşiya şerekî nû veke. Ji ber ku li ber destê Tirkiyê plana operasyona bo ser Rojavayê Kurdistanê amade ye û ev hewla HTŞê jî bo operasyona xwe weke sedemekê dê nîşan bide. Ber vê çendê jî heta niha çavê xwe ji pêşveçûna HTŞê girtiye.”

Bi boçûna pisporê Enstûtiya Lêkolînên Stratejîk (SDE) Gûray Alpar jî ev hewlên HTŞ ê bi çend mijaran ve girêdayî ye û Tirkiye jî HTŞê bo armanca xwe bi kar tîne

Serokê Enstîtûya Lêkolînên Stratejîk Dr. Gûray Alpar dibêje: “Dema em berê xwe didin polîtîkayên li qadê li Efrînê hêzên ku ji nêzîkbûna Enqere û Şamê eciz bûne hene. Tirkiye ji bo ku çavê van rêxistinan bitirsîne destûr da ku HTŞ berê xwe bide Efrînê. Herwiha Tirkiye di avakirina devereke tampon bo penaberan û di başkirina pêwendiyên li gel rejîma Esad de hêzên muxalîf êdî wek bar û rêgir dibîne û dixwaze xwe ji wan rizgar bike. Li qadê dê rewş ber bi aloziyên mezin ve biçe.”

Heta niha Rusyayê bi operasyonên esmanî yên li ser Efrîn û Ezezê Amerîkayê jî bi daxuyaniyên nivîskî bersiva ketina HTŞê ya li Efrînê daye. Pisporên Tirkiyê jî amaje pê dikin ku herçiqas Tirkiyê navbera van rêxistinên tundrew de navbeynkariya agirbestekê kiribe jî di paş berdeyan de dixwaze ku ev şer berdewam bike û demeke nêz de xwe ji van rêxistinan rizgar bike.