Ukrayna: Me 223 dronên Îranê xistine xwarê

Artêşa Ukraynayê eşkere kir, wan di nava pênc hefteyan de 223 dronên Îranê xistine xwarê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Ukraynayê eşkere kir, wan di nava pênc hefteyan de 223 dronên Îranê xistine xwarê.

Îro çarşemê 19ê Cotmehê, Artêşa Ukraynayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Roja 13ê Îlon, me yekem drona Îranê ya ji cûreya Şahid-136 xiste xwarê û ji wê demê heta niha, me 223 dronên Îranî xistine xwarê.”

Roja 17ê Cotmehê, Artêşa Rûsyayê êrîşeke dronî ya berfireh li ser çend navçeyên Ukraynayê encam da û vê jî karvedaneke tund a Ukraynayê û hevpeymanên wê yên rojavayî li pey xwe anî û Îran bi firotina dronan bo Rûsyayê hat tometbarkirin.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky piştî wan êrîşan ragihand, ew êrîş bi rêya dronên Îranê hatine kirin.

Wezareta Derve ya Îranê li hember wan daxuyaniyan, tekez kir ku ew di şerê Ukraynayê de "bêalî" ne û wan çek ne şandiye Rûsyayê, ne jî Ukraynayê.