Zaxarova: Behsa dronên Îranê tenê fişarxistina ser Tehranê ye

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, tiştê ku Washington derbarê dronên Îranê de behs dike, tenê hewldanek e ji bo fişarxistina ser Tehranê.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, tiştê ku Washington derbarê dronên Îranê de behs dike, tenê hewldanek e ji bo fişarxistina ser Tehranê.

Mariya Zaxarova diyar kir, Rûsya û Îranê bersiva wan îdiayan dane û herduyan jî red kirine, tiştê ku tê gotin tenê ji bo dirustkirina zextê ye li ser Îranê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Washington, London û Parîs hevnêrîn in ku şandina dronên Îranê bo Rûsyayê, binpêkirina biryara 2231 a Encûmena Asayîşa Navdewletî ye.

Zaxarova li ser vê mijarê got: “Kê ev biryar şikandiye, rayedarên Amerîkayê bi xwe, çimkî ew ji rêkeftina atom, vekişiyan, ya baş ew e ku sizayê xwe bidin. Ew bêyî mentiq û bi tundî reftarê dikin, da ku rêyek bibînin û ewên din tometbar bikin.”