ENKS: Ciwanên Şoreşger bombe avêtin mala endamên Desteya Serokatiya ENKSê

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihand, Ciwanên Şoreşger êrîşî mala endamên Desteya Serokatiya ENKSê kirin û di encamê de zirar û ziyanên maddî gihandên malên wan.
Mala Endama Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Fesla Yûsif
Mala Endama Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Fesla Yûsif

Hewlêr (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihand, Ciwanên Şoreşger êrîşî mala endamên Desteya Serokatiya ENKSê kirin û di encamê de zirar û ziyanên maddî gihandên malên wan.

ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Grûpeke çekdar a ji rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê, duh 19ê Cotmeha 2022yan êrîşî baregeha Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên girêdayî wê yên li bajarê Qamişlo kirin û derî û pencereyên avahiyên wan şikandin û hewla tirsandina karmend û xebatkarên di wan avahiyan de dan, ku ev yek gefê li berdewambûna karê xizmetên mirovî yên li herêmê dixwe.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Grûpeke çekdar a ser bi heman rêxistinê, îro danê sibê 20ê Cotmeha 2022yan, li bajarê Hesekê bombe avêtin mala Endama Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Fesla Yûsif û mala Endamê ENKSê Mehmûd Ucê ya li bajarê Hesekê, ku di encamê de zirar û ziyanên maddî gihandên malên wan û dengê teqînan tirs û xof xiste nav xelkê.”

ENKSê ragihand ku ew bi awayê herî tund, van kiryarên tirsandinê yên li dijî rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û li dijî nişteciyên herêmê û armackirina endamên ENKSê şermezar dike.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê dike ku berpirsyariyê hilgire û zextê li HSDê bike ji bo danîna sînorekî li ber van kiryarên tirsandinê.