HTŞ di bin navê (zekata zeytê) de bacê li cotkarên Efrînê disepîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Heyet Tehrîr El-Şam û grûpên hevpeymanên wê (Sultan Silêman Şah û Hemzat) bacê (zekatê) li ser zeyta cotkarên Efrînê zekatê ferz dikin. Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, bi ferzkirina bacan li ser xelkê Efrînê û dizîna berhemên zeytûnan berdewam in.

Heyet Tehrîr El-Şamê ku nêzîkî du hefteyan e ji derbasî Efrînê bûye û dest danîne ser gundên Efrînê, di bin navê (zekata zeytê) de bac li ser xelkê Efrînê ferz kirine. Xelkê Efrînê jî dibêjin ku tawan û binpêkirinên mirovî kêm nebûne û her dizî, talan, ferzkirina bacan û qutkirina daran berdewam in û ti cudahiyê di navbera Heyet Tehrîr el-Şam û grûpên Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê de nîne.

Li gorî çalakvanên Efrînê, çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam bi hevahengiya ligel koma Sultan Silêman Şah (Emşat), baca 5 % ji berhema zeytûnan di bin navê “zekatê” de li gundên Şekatka, Erendê, Mistika û Kêla yên navçeya Şiyê sepandine.

Her li navçeya Şiyê, çekdarên Sultan Silêman Şah jî, baca 5 dolar li ser her dareke zeytûnan li gundiyan ferz kirine.

Her wiha çeldarên grûpa Emşat li gundê Erendê yê li navçeya Şiyê, berhemên 200 darên zeytûnan dizîne.

Li navçeya Cindirêsê, çekdarên Firqeya Hemzat baca diravî li ser cotkaran gundên navçeya Cindiresê ferz kirine. Baca % 50 li ser darên koçberên Efrînê û % 25 li ser cotkarên li gundê xwe mane ferz kirine.

Her li wê navçeyê, berhemên 50 darên zeytûnan hatine dîzîn û 10 darên jineke ji gundê Yelanqozê hatine qutkirin.

Li navçeya Raco, grûpa çekdar a bi navê Mihemed El-Fetih a ser bi opozîsyona Sûriyê ve, baca nîvê berhema zeytûna li ser cotkarên gundê Memila yê navçeya Raco ferz kirine.

Li navçeya Mabeta jî, çekdarên grûpa Siqur El-Şemal berhema nêzîkî 800 darên zeytûnan li gundên Kamrûk û Evrazê yên li navçeya Mabeta dizîne.

Herêma Efrînê ku bi darên zeytûnan naskirî ye û nêzîkî 20 milyon darên zeytûnê lê hene, ji dema dagîrkirina wê herêmê di 18ê Adara 2018an d, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve ji bilî ku destê xwe danîne ser bi hezaran darên zeytûnan, bi sedhezaran darên xelkê jî hilkirine, birîne û şewitandine. Li gorî medyaya navdewletî, berhemên zeytûnan bûne çavkaniyeke dahatê ji grûpên çekdar re.