Zelensky: Rûsyayê 400 dronên Îranî li Ukraynayê bi kar anîne

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, Rûsyayê 400 dronên Îranî li Ukraynayê bi kar anîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, Rûsyayê 400 dronên Îranî li Ukraynayê bi kar anîne.

Volodimir Zelensky diyar dike, “Pêwendiyên me yên ligel Îsraîlê baş in" piştî wê yekê ku herdu welat di warê îstxibarata li ser bikaranîna 400 dronên Îranî ji aliyê Rûsyayê ve, hevahengiyê kirine.

Zelensky eşkere kiriye, "Em di destpêka encamdana hevkarî û hevahengiyê de ne", wek amajeyek ji bo pêwendiyên Kîev û Tel Avîvê.

Herwiha tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên Ukrayna û Îsraîlê kiriye, piştî ku demeke dûr û dirêj rawestiyabû.

Beriya niha jî artêşa Ukraynayê di daxuyaniyekê de eşkere kiribû, di nava pênc hefteyên borî de 223 dronên Îranê xistine xwarê.