Li Diyarbekirê gotûbêjek li ser “Welatê Keviran -Hewraman” hate kirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di Rojên Wêjeya Berawirdî de, li ser “Li Welatê Keviran-Hewraman”ê gotebêjeke wêjeyî û bi wêneyan hat lidarxistin. Di gotebêjê de, li gel kevneşopî û çanda Kurdên hewreman ango Goran hat getebêj kirin, bi wêneyên Husamettîn Bahçe, agahîyên erdnîgarî û taybetmendiyên civakî û erdnîgariyên hewreman hatin ravekirin.

Li Wêjegeha Amedê, nivîskar Namiq Hewramanî û lêkoner û wênekêş Husamettîn Bahçe, li ser wêje, erdnîgarî, jiyana civakî, kevneşopî û çanda Hewraman gotûbêjeke wêjeyî û hunerî lidar xist.

Namiq Hewramanî bal kişand ku berhemên wêjeyî yên qedîm bi zaravayên Hewramanî hene û bibîr xist ku Hewramanî di bin xetereyan de ye û divê girîngî pê bê dayîn.

Nivîskar Namiq Hewramanî ji K24ê re got: “Ji bo me girîng e ku Kurdên li her çar parçe û li her derekî dinyayê hev û din nas bikin. Dîsa girîng e ku Amedîyekî bizane Hewraman çi ye, Colemêrgiyekî bizane Hewraman çi ye? Û Hewramiyekî bizane ku Batman çi ye? Ev zanîn ji bo yekîtîya me pir girîng e. Divê em bi vê zanînê xebat bikin û ev xebat jî gavên gewre pêwîst dike û yên ku wan gavan biavêjin jî rewşembîr û nivîskar in.”

Husamettîn Bahçe jî, balê dikşîne ku ew bi zaravayê Hewramanî nizanî ye û zehmetiya mezin jî ji wê kişandiye. Bahçe tîne ziman ku ew pê kêfxweş e ku îro bi fotoroportajên wî Hewraman tê danasîn.

Wênekêş û lêkolîner Husamettîn Bahçe got: “Min bi xwe jî Hewraman û çanda Hewraman nizanibû. Min jî li wê nas kir û wan însanên li wê qala çand û jiyana xwe, zimanê xwe û xweşiya erdnîgariya xwe kirin. Min jî wan pêzaninan li gel xwe qeyd kir û wêneyên wan kişand û li vir Hewraman didim nasîn. Ev ji bo min tişta herî girîng bû û dibêjim temam ez gihiştim armanca xwe.”

Beşdarên çalakiyên wêjeyî jî, bi girîngî û ciyewaz behsa lidarxistina çalakiyên wiha dikin.

Nivîskar Omer Dilsoz dibêje: “Yanî ji gotûbêjên edebî bigre heta bi rêya wêneyan; em her carê diçin ciyekî cuda û dibin mêvanê cîhaneke renegînî û hunerî. Ev jî bi rastî gelek tiştan dide me û hestên me bilind dike. Bi saya van bernameyan em dost û heval û nasan jî dibînin û dikarin sohbetên wêjeyî bikin.”

Çalakiyên Wêjeya Berawirdî, dê bi gotebêjên li ser berhemên wêjeyî û hunerî heta 30’ê cotmehê, li Diyarbekirê berdewam bike.