Biryara azadkirina Aysel Tugluk hat dayîn

Saziya Tiba Dadî ya Tirkiyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da.

Navenda Nûçeyan (K24) - Saziya Tiba Dadî ya Tirkiyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da û îro Pêncşemê Dadgeha Înfazê ya Tirkiyê biryara berdana Hevseroka berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û Parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk da.

Hevseroka Berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tugluk ji sala 2016an ve di Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê de girtî ye û nexweşa demansê ye.

Serokê Saziya Tiba Dadî ya Tirkiyê roja Çarşemê 26ê Cotmeha 2022yan, di raporeke xwe de ragihand ku Aysel Tugluk êdî nikare di girtîgehê de bimîne.

Piştî raporê malbat û parêzerên Aysel Tugluk li ber Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê dest bi çaverêya berdana wê kirin û hat ragihandin ku Aysel Tugluk beriya demeke kin hat berdan.