Komkara Erebî piştevaniya xwe ji bo rêkeftina Lubnan û Îsraîlê ragihand

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Husam Zekî ragihand, ew tekezî li ser wê yekê dikin ku Komkara Erebî piştevaniya temamê wan rêkeftinan dike ku Lubnanê digihîne mafê serweriya deryayî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Husam Zekî ragihand, ew tekezî li ser wê yekê dikin ku Komkara Erebî piştevaniya temamê wan rêkeftinan dike ku Lubnanê digihîne mafê serweriya deryayî û sûdmend dike di dewlemendî û çavkaniyên sirûştî de.

Husam Zekî li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihandiye, rêkeftina sînordarkirina navçeya desthilata deryayî ya di navbera herdu welatan de pêngaveke girîng e.

Lubnan û Îsraîl du welatên cîran in û ti pêwendiya dîplomatîl di navbera wan de tune ye, bûye demek bi navbeynkariya Amerîkayê, danûstandinê dikin ji bo çareserkirina nakokiya li ser sînorê deryayî ku nêzîkî 860 kîlometre çargoşe ye.

Duh rêkeftina sînorê deryayê ya navbera herdu welatan, ji aliyê Serokwezîrê Lubnanê Mîşel Ewn û Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ve hat îmzekirin.