Rûsyayê beşdarbûna xwe di peymana hinartina genimê Ukraynayê de rawestand

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsyayê beşdarbûna xwe di peymana hinartina genim a ku ji aliyê Netewên Yekgirtî ve tê piştgirîkirin, rawestand.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê îro Şemiyê ragihand, Mosko beşdariya xwe di rêkeftina hinartina berhemên çandiniyê ji benderên Ukraynayê de rawestand.

Ev pêngava Rûsyayê piştî wê tê, keştiyên Rûsyayê ji aliyê dronan ve li kendava Sevastopol a Kirimê hatin armanckirin, ew keştî jî beşek ji peymana hinardekirina genim a Ukraynayê ne.

Ji aliyekî din ve, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser hejmara xwe ya “Telegram” ragihand, Rûsya derbarê zincîre êrîşên li Deryaya Spî û Baltîkê de, dixwaze civaka navdewletî bi rêya Encûmena Asayişa Navdewletî, agahdar bike.

Her wiha Zaxarova got: “Brîtanya li pişt van êrîşan e.”

Di 22ê Tîrmeha 2022an de bi çavdêriya Netewên Yekbgirtî û bi beşdariya Tirkiyê, rêkeftina hinardekirina genimê Ukraynayê, di navbera Rûsya û Ukraynayê de li Stenbolê hatibû îmzekirin.