Hilbijartin li Îsraîl tê kirin û çavê Netanyahu li vegera ser desthilatê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya 13 partiyan îro hilbijartina Parlamentoya Îsraîlê tên kirin û nêzîkî 6,.8 milyon hilbijêr dikarin di dengê xwe bidin û zêdetirî 12 hezar navendên dengdanê hatine vekirin.

Hevbendiya bi serokatiya Yair Lapid tenê salekê di desthilatdariyê de dom kir, berî ku biryar were dayîn kî îro 1ê Mijdara 2022an hilbijartin werin kirin.

Netanyahu û hevalbendên wî hewl didin ku piraniya 61 kursiyan bi dest bixin, da ku hikûmetê ava bikin, ku di çar hilbijartinên berê de ji wan dûr ketibû.

Hilbijartinên parlemanî yên Israîlê di heyama 4 salan de bo cara pêncem tê kirin, her partiyek ku bixwaze hikûmetê pêk bîne divê ji koma 120 kursiyên parlemanê, zêdetirî 60 kursiyan bidest bixe.

Li gorî amarên destpêkê, Serokê Partiya Likud, Benjamin Netanyahu bi cudahiyeke biçûk li pêş Yair Lapid e û dikare vegere ser desthilatdariyê.

Ji bo ku Partiya Likud hevpeymaniya Lapîd têk bibe û hikûmetek ava bike, pêdivî ye xwe bispêre hem hevalbendên xwe yên kevneşopî yên Cihûyên Ortodoks û hem jî rastgirên tund.

Di salên dawî de avakirina hikûmetê li Îsraîl li ser bingeha hevbendiyên siyasî bû û her ku hevpeymaniya ku hikûmetê pêk tîne hildiweşe, hilbijartinên parlemanî tên hilweşandin, ji ber wê jî di nava 4 salan de 5 car in hilbijartin tên kirin.