Rojnamevanan daxwaza berdana hevkarên xwe yên girtî kir

Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza serbestberdana rojnamevanên ku hatine girtin kirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza serbestberdana rojnamevanên ku hatine girtin kirin. Nûnerên Partiyên siyasî û saziyên sivîl jî piştgirî dan daxuyaniyê.

Nivîskar û Rojnamevan Roza Metîna li ser navê hevbeşên daxuyaniyê, ragihand ku di ser damezrandina Komara Tirkiyê re 99 sal derbas bûye, lê ezmûna wê hêj jî li dijî mafê azadiya derbîrîna boçûnan û demokrasiyê berdewam e.

Herwiha destnîşan kir, roja ku Komara Tirkiyê ketiye 99 saliya xwe jî 9 rojnamevan hatine desteserkirin û dîmenên ku êşkence li wan hatiye kirin jî, ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatiye servîskirin.

Roza Metîna da zanîn ku heta niha 26 rojnamevan hatine girtin û bang û daxwaz jî kir ku demildest serbest bên berdan.