Li Tirkiyê zêdetir ji 50 bergûmanên Tevgera Gulen hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê di operasyoneke berfireh a li dijî Tevgera Fetullah Gulen de, zêdetir ji 50 bergûmanên wê rêxistinê hatin desteserkirin ku di nava wan de leşkerên pilebilind ên berê jî hene.

Li Stenbolê dijî Tevgera Fetullah Gulen operasyonek hate destpêkirin û biryara desteserkirina 34 kesan hate dayîn û heta 7 ji wan efser 27 kes hatine desteserkirin.

Li Eqerê jî, operasyon hate destpêkirin û 14 kes hatin desteserkirin, yek ji desteserkiriyan generalekî jikardûrxistî yê berê yê arteşa Tirkiyeyê ye.

Herwiha li bajarê Mêrsînê jî ji bo desteserkirina 15 bergûmanên wê rêxistinê, operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.